27 April 2026 - 00:27
Source: kmr.abna24.com
Haaretz: Îsraîl li pey avakirina leşkerekî biyanî ye ji bo telafîkirina kêmbûna hêzan

Rojnameya Haaretz ragihand ku li Îsraîlê planek tê lêkolînkirin ku li gorî wê, leşkerekî biyanî ji bo telafîkirina kêmbûna hêza mirovî ya artêşa Îsraîlê were avakirin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlêbeyt (s.x) – ABNA–"Samî Prîtz", nivîskarê Îsraîlî, di rojnameya "The Marker" (pêveka aborî ya girêdayî Haaretzê) de gotarek weşandiye ku tê de pêşniyara avakirina leşkerekî biyanî ji aliyê Îsraîlê ve ji bo telafîkirina kêmbûna hêzên leşkerî hatiye lêkolînkirin; kêmbûna ku li pey redkirina hurdiyan ji xizmeta leşkerî, xirabûna hêzên rezerv û dirêjkirina xizmeta leşkerên fermî pêk hatiye.

Lê girîngiya vê gotarê tenê di ecêbbûna pêşniyarê de nîne, belkî di wê de ye ku krîzeke kûrtir eşkere dike; krîzek ku têgîna "artêşa gel" li Îsraîlê dike pirsê.

Prîtz destnîşan dike ku pêşkêşkerên vê pêşniyarê, Profesor "Efrayîm Enbar" serokê Enstîtuya Qudusê û kesayetiyeke nas a ceryana rastê ya Îsraîlê, û Tûgaberekê rezerv yê Dr. "Sasûn Haddad" şêwirmendê aborî yê berê yê serokê karargahê artêşa Îsraîlê ne, ku di teza xwe ya akademîk de jî behsa mijara artêşa pîşeyî kiriye.

Ji ber vê yekê, ev pêşniyar ne dîtineke marjînal e, belkî ji aliyê du kesayetiyan ve hatiye pêşkêşkirin ku paşerojeke ewlekarî, aborî û siyasî li Îsraîlê heye. Meyla rastgir a Enbar jî wateyeke taybet didê vê ramanê; ji ber ku ew ji çareseriya siyasî zêdetir dişibe derbaskirina krîza xizmeta leşkerî ya hurdiyan.

Nivîskar krîza heyî wiha şirove dike ku hurdî dil naxwazin di artêşa Îsraîlê de xizmeta leşkerî bikin, hêzên rezerv heta dawiya hêza xwe xirab bûne û dirêjkirina xizmeta hêzên fermî jî bersiva hewcedariyên artêşa Îsraîlê nade.

Dû re naveroka pêşniyarê wiha rave dike: "Bikaranîna kesên ji seranserê cîhanê di artêşa Îsraîlê de, dayîna meaşê wan, sipartina wan êrîşên leşkerî, şandina wan şer, nobet girtin û pejirandina xetereyan li şûna wan kesên ku ji xizmeta leşkerî direvin."

Haaretz: Îsraîl li pey avakirina leşkerekî biyanî ye ji bo telafîkirina kêmbûna hêzan

Nivîskar nîqaşê ji importa hêza kar vediguherîne importa hêza leşkerî û vê pirsya hestiyar derdixe pêş ku: "Ma ewlekarî jî dikare mîna hin beşên aborî yên taybet were xweserkirin?"

Prîtz dipirse: "Heger demek dirêj e ku ji bo hêza kar a cihûyî dev ji têkoşînê berdaye, çima hêj li ser artêşa cihûyî israr dikin?"

Wî zêde dike ku kewhera Îsraîlê û tevahiya ramana dewleta Îsraîlê li ser bingeha welatê neteweyî yê gelê cihû û hêza leşkerî ya serbixwe ya wê hatiye avakirin.

Her çend Enbar û Haddad destnîşan dikin ku sedemek ji bo redkirina alîkariya dilxwazên biyanî di pêkanîna ramana Siyonîzmê de tune be jî, lê Prîtz bawer dike ku ev mantiq, koka sereke ya krîzê, ango nekarîna siyasî ya di ferzkirina xizmeta leşkerî li ser hurdiyan de, vedişêre.

Wî herwiha di îdiaya aborî ya vê planê de guman heye û dibêje ku leşkerê biyanî ne hewce ye ku ji hêzên rezerv êrtir be, ji ber ku kişandina hêzên biyanî hewcedariya wan bi xanî, karûbar, bilêtên seferê û berevanî heye.

Li gorî baweriya nivîskar, xeternaktir ew e ku hebûna hêzên biyanî dikare zexta navxweyî ya li ser dewleta Îsraîlê kêm bike, ji ber ku têlafatên wan hesasiyeta ku kuştina Îsraîliyan çêdike, pêk nayne. Wî vegot ku bikaranîna van hêzan dê zexta siyasî ya navxweyî kêmtir pêk bîne, lê hişyarî dide ku her çi kirin jî, berpirsiyariya temam a wê li ser Îsraîlê ye û di vê çarçoveyê de behsa tecrubeya Sebra û Şetîla ya sala 1982'an dike.

Di dawiya gotarê de hatiye nivîsîn ku leşkerê biyanî ne çareseriya krîza xizmeta leşkerî li Îsraîlê ye, belkî nîşanek ji şikestina kûr a navxweyî ya vî rejîmî ye. Îsraîla ku hêzên rezervê wê xirab bûne û ji rûbirûbûna bi hurdiyan re ditirse, wekî ku li şûna çareserkirina neheqiya di nav civaka xwe de, li pey peydakirina leşkeran li derveyî civaka xwe digere.

..............................

Dawiya peyamê

Etîket:

  • Îsraîl

  • Artêşa Îsraîlê

  • Cihûyên Hurdî

  • Hurdî

  • Mûçedarê biyanî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha